Çile 07, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Sîyasetên Amerîkayê rê li ber muzakirê digirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara muzakireya tev Amerîkayê da got: Ji ber sîyasetên Qesra Sipî, nika ne demeke guncav ji bo muzakireya tev Amerîkayê ye.

Seyîd Ebbas Iraqçî got: Îranê ti demekê masa muzakirê neterikandîye, em hertim ji bo muzakireya li gorî rêzgiritn û berjewendîya dualî amade bûn, lê dewleta Amerîkayê nika sîyaseteke wiha tineye. 

Seyîd Ebbas Iraqçî derbara idiayên derveyî têkildarî nerazîbûnên navxweyî yên li Îranê da jî got: Meseleyên navxweyî yên Îranê têkilîya xwe tenê bi gelê Îranê ra hene û di danuistandina di navbera gel u hikûmetê da tên çareserkirin. 

Serepeyv