Çile 07, 2026 17:36 Asia/Tehran
  • Hîngarîya: Ewropa bi dayîna 800 milyard Euroyî bo Kîyevê yê zîyanê bigihîne gelê xwe

Serokwezîrê Hîngarîyayê amajeyî vê yekê kir ku welatên ewûpî nika di dewrana şûndemayîna aborî da ne û pêgirî kir: Ewropa di vê rewşê da, bi dayîna 800 milyar Euroyî bo Kîyêvê, dê zîyanê bigihîne gelê xwe.

Vîktor Orban dîyar kir ku dayîna vî diravî bo Ukraynê, dê rewşa aborî ya welatên ewopî xitabtir bike û got: Bê guman civakên ewropî di dawîyê da yê li himber sîyasetên rêvebirên xwe ku istandardên jîyana wan ji nav dibin, ber xwe bidin. Vilodîmîr Zêlênskî Serokomarê Ukraynê berî vîya ragihandibû ku rayedarên vî welatî dixwazin ku piştî bidawîhatina şêrr li Ukraynê, 800 milyard Euroyî ji bo jinûveavakirina vî welatî berhev bikin. Şayanî gotinê ye ku Serokwezîrê Hîngarîyayê berî vîya wek berteka himber bandora berovajî ya boykotên YE yên dijî Moskowê gotibû ku ``biryarên xirab`` Ewropa ji nav birine. 

Serepeyv