Çile 03, 2022 22:46 Asia/Tehran
  • Reîsî: Pêşxistina hevkariyên aborî yên Tehran û Êrîvanê di berjewendiya aboriya herêmê de ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser girîngîya zêdekirina asta danûstandinên bazirganî û aborî di navbera Tehran û Erîvanê de sekinî û got: Pêşxistina asta hevkarî û danûstandinên aborî di navbera Tehran û Êrîvanê de, digel dabînkirina berjewendîyên hemî alîyan, dê bê guman ewlehiyê biafirîne."

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî roja duşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bi minasebeta jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh (S) û destpêka sersala nû ya zayînî pîroz kir û daxwaza berdewamiya peywendiyan û gotûbêjan di navbera her du welatan de di astên curbicur de kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Siyaseta prensîb û sereke ya Komara Îslamî ya Îranê parastina yekparçeyiya axa û serweriya welatan e. ‌ Di vê çarçovê de, Tehran piştevaniya serweriya Ermenistanê li ser hemû navçe û navgînên hatinûçûnê yên ku ji wî welatî re derbas dibin, dike.

Reîsî got ku Tehran pêşwaziyê li pêşkeftina pêvajoya muzakereyên di navbera Komara Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de dike û got: Em hêvîdar in ku arîşeyên din ên di navbera her du welatan de, di çarçoveya pirensîp û yasayên navdewletî de, bi awayekî aştiyane bên çareserkirin û em zêdetir aştî, aramî û ewlehiya navçeyê bibînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em piştgirîya rakirina astengîyan li ser rêyên hatûçûnê dikin. 

Serokwezîrê Ermenistanê "Nikol Paşînyan" jî îro li peywendiya telefonî ya xwe bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re bal kişande ser îradeya vî welatî ji bo pêşdebirina tam a peywendiyên digel Îranê û got: Em rijd in ku di hemû waran de peywendiyên aborî û danûstandinên ligel Îranê zêde bikin û Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ji berê çalaktir bikin.

Serokwezîrê Ermenistanê her wiha amaje bi hebûn û jiyana aram a mesîhiyan li Îranê kir û got: Civaka ermenî ya Îranê bi parastina nasnama xwe ya olî bê sînor li gel hevwelatiyên xwe yên misilman dijî.

Serepeyv