Kanûn 31, 2021 22:12 Asia/Tehran
  • Li Îranê ji ber Koronayê 34 kesên din jîyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 34 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 606 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 31 Kanûna 2021 li Îranê hezar û 703 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 279 kes ji wan li nexweşxanê hatin razandin. Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 194 hezar û 401 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 37 hezar û 90 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Herwiha hat ragihandin ku 2 hezar û 694 nexweşên ku bi Covid 19 ketine li beşên lênihêrîna kûr ên nexweşxanan têne derman kirin.

Serepeyv