Kanûn 30, 2021 22:14 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 45 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 572 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemiyê 30 Kanûna 2021 li Îranê hezar û 936 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 318 kes ji wan li nexweşxanê hatin razandin. Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 192 hezar û 698 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 34 hezar û 821 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 285 milyon û 31 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 441 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv