Rawestandina gera heştem a danûstandinên Îran û Koma 4+1
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331053-rawestandina_gera_heştem_a_danûstandinên_Îran_û_koma_4_1
Hevdîtinên gera heştem a navbera Îranê û Koma 4 + 1 di nîvroja Pêncşemê bi dema Viyenê de bo sê rojan hat rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2021 17:00 Asia/Tehran
  • Rawestandina gera heştem a danûstandinên Îran û Koma 4+1

Hevdîtinên gera heştem a navbera Îranê û Koma 4 + 1 di nîvroja Pêncşemê bi dema Viyenê de bo sê rojan hat rawestandin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), gera heştem a gotûbêjên ji nû ve vejandina Rêkeftina Navokî roja duşemiyê vê hefteyê li ser asta cîgirên siyasî yên wezîrên karên derve yên Îranê û Koma 4+1`ê li Viyenê dest pê kir.

Di vê gera gotûbêjan de, gotûbêjên pisporî û siyasî yên derbarê rakirina sizayan, garantîkirin û piştrastkirina cîbicîkirina sozên Amerîkayê, li gor rêkeftina aliyan, hatin şopandin.

Bi sedema rasthatina gotûbêjan bi destpêka sersala nû ya mîladî re, ev gotûbêj dê heya roja duşema vê hefteyê ji bo 3 rojan bên rawestandin û şandên gotûbêjê dê vegerin paytextên xwe.