Civîna serokên Pêvajoya Astaneyê dê li Têhranê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330859-civîna_serokên_pêvajoya_astaneyê_dê_li_têhranê_were_lidarxistin
Şêwirmendê taybet ê wezîrê derve yê Îranê got: Îran, Rûsiye û Tirkiyê li hev kiriye ku dora din a civîna serokên Pêvajoya Astaneyê li Têhranê û li gorî rewşa Koronayê di Sibat an Adara 2022an were lidarxistin.,
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2021 13:39 Asia/Tehran
  • Civîna serokên Pêvajoya Astaneyê dê li Têhranê were lidarxistin

Şêwirmendê taybet ê wezîrê derve yê Îranê got: Îran, Rûsiye û Tirkiyê li hev kiriye ku dora din a civîna serokên Pêvajoya Astaneyê li Têhranê û li gorî rewşa Koronayê di Sibat an Adara 2022an were lidarxistin.,

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Esxer Xacî, Şêwirmendê taybet ê wezîrê derve yê Îranê got: Em amade dibin ku sala tê civînê li dar bixin.

Li gorî gotina Xacî, Ev mijar di rojeva civîna Astaneyê li bajarê Nûrsiltana paytexta Qezaqistanê da bû û dê di navroka daxuyaniya dawiyê ya sê welatan da were nîşandan.

Beriya civîna serokan, dê civîna wezîrê derve yên welatên endamê Pêvajoya Astaneyê di Çile an destpêka Sibata 2022an da were lidarxistin.