Kanûn 22, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • Li pey şehîdbûna balyozê Îranê li Yemenê, Reyîsî, Qalîbaf û Xetîbzade peyamên sersaxiyê dan

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, serokomar û Muhemed Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev bi peyamên cuda, ji ber şehîdbûna Hesen Îrlo balyozê Îranê li Yemenê sersaxî da.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî di peyama xwe da ji ber koça dawî ya têkoşerê dîplomat, hac Hesen Îrlo balyozê Îranê li Yemenê û birayê du şehîdan sersaxî da.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Sêşemiyê ragihand ku şehîd Îrlo ji canbazên şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê bû û li cihê memûriyeta xwe bi Koronayê ket û ji ber hevkariya dereng a hin welatan, mixabin di rewşeke ne guncan da vegeriya welêt û tevî bikaranîna hemî qonaxên dermanî ji bo başbûna rewşa nexweşiya wî, berbanga Sêşemiyê şehîd bû.

 

Serepeyv