Li ser santrala nukleerî ya Buşehrê tetbîqata Hêzên Çekdar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330798-li_ser_santrala_nukleerî_ya_buşehrê_tetbîqata_hêzên_Çekdar
Alîkarê siyasî û ewlekariyê yê parêzgarê Buşehrê li başûrê Îranê ji lidarxistina meşqa hêzên çekdar li ser santrala etomî ya Buşehrê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2021 07:10 Asia/Tehran
  • Li ser santrala nukleerî ya Buşehrê tetbîqata Hêzên Çekdar

Alîkarê siyasî û ewlekariyê yê parêzgarê Buşehrê li başûrê Îranê ji lidarxistina meşqa hêzên çekdar li ser santrala etomî ya Buşehrê agahî da.

Cîgirê siyasî û ewlekariyê yê parêzgarê Buşehrê Mihemed Teqî Îranî ji ajansa IRNAyê re got: Bi mebesta amadekariyên ji bo zêdekirina şiyana berevaniyê ya hêzên çekdar, îro danê sibê tetbîqatek li ser santrala etomî ya Buşehrê hat lidarxistin.

Îranî her wiha got: Ev meşq bi amadekariya pêwîst û hemahengiya tam a hêzên çekdar hatiye lidarxistin.

Cîgirê siyasî û ewlekarî yê parêzgarê Buşehrê her wiha got: Berî vê yekê jî derbarê vê meşqê de agahî hatibûn dayîn.

Îranî amaje bi wê yekê kir: Ev tetbîqat li başûrê parêzgeha Buşehrê û Kendava Farsê bû.