Kanûn 19, 2021 15:26 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Ewlehiya mayînde li Efxanistanê tenê bi beşdariya komî û hikûmeta giştalî pêk tê

Wezîrê karên derve yê Îranê di civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê Rêxistina Hevkairya Îslamî da destnîşan kir: Ewlehiya mayînde li Efxanistanê tenê bi beşdariya komî û hikûmeta giştalî pêk tê.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê di civîna wezîrên derbe yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li bajarê Îslam Avaya Pakistanê da got: Ewlehiya mayînde û aramiya siyasî û civakî li Efxanistanê tenê bi riya beşdariya komî ya rasteqîn û bibandor ku hemî qewm û mezheb tê da xwedî rol bin, pêkan e.

Emîr-Ebdullahiyan got: Derengkirina vî karî dê derfetê bide dijminên gelê Efxanistanê ku bi berfirehkirina terorîsma DAIŞî û pirsgirêkên aborî û rewşa qeyranî di jiyan û tendurusstiyê  û hewcetiyên seretayî yên jiyanê da, toreke mezin a sûcdarên civakî çalak dike û tevlihevî, belengazî û xxelayê piştî 20 salan dagirkerî û jinavbirina her cûre binavahiyê berfireh dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran ewlehiya mayînde û aramiya siyasî û civakî li Efxanistanê li ser xêra tevahiya navçeyê dinirxîne.

 

Serepeyv