Kanûn 19, 2021 10:31 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Rêkara Efxanistanê damezirandina dewleta giştalî bi beşdariya hemî qewman e

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi nîgeraniyên Îranê derbarê alûgorên Efxanistanê, destnîşan kir: Rêkara sereke damezirandina dewleta giştalî bi beşdariya hemî qewmên Efxanistanê ye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê berbanga Yekşemiyê di dema derbasbûna bo Îslam Avaya paytexta Pakistanê di hevpeyivîna di gel IRNAyê da ragihand: Mijara sereke ya civîna awarte ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî hilêxistina alûgorên Efxanistanê ye.

 

Wî diyardeya zêdebûna terorîsmê li Efxanistanê û mijara pêla aware û penaberên ku di mehên dawiyê da berê xwe daye Îranê, ji nîgeraniyên Îranê da zanîn û got: Em bawer in ku Rêkara sereke damezirandina dewleta giştalî bi beşdariya hemî qewmên Efxanistanê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê hêvîdarî kir ku, di civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî da em bikarin ji bo damezirandina dewleta giştalî li Efxanistanê bi awayekî yekdeng, peyamekê bidin civaka cîhanî û taxima desthilatdar a demkî li welatê cînar.

 

Serepeyv