Kanûn 18, 2021 18:27 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila hatûçûna ser sînoran bi baldarî were çavdêrîkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da destnîşan kir: Bila hatûçûna ji sînoran bi diqet were çavdêrîkirin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya neteweyî ya têkoşîna dijî Koronayê da tevî tekeziya li ser pêwîstiya berçavgirtina kontrola hatûçûnê ji sînorên welêt, got: Parastin can û tendurustiya gel pêwîst dike ku hatûçûnên bi taybet ji welatên bi ihtimala vegirbûna zêdetir bi awayekî cidî were kontrolkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Sînrodarî nabe ku pirsgirêkekê ji bo hatûçûna pêwîst a gel pêk bîne.

Reyîsî tevî sipasiya ji hevrêtî û baweriya gel di berçavgirtina rêziknameyên tendurustiyê da, got: Roja îro gel bi başî dizane ku bi berçavgirtina xalên paqijî û tendurustiyê mirov dikare rê li ber ziyanên din ên belavbûna nexweşiya Koronayê bigire û di vî warî da dewlet tam bi nirxa hevrêtî û hevdiliya gel agah e û dê hewildana xwe ji bo parastina canê gel hema wisa bihêz bidomîne.

 

Serepeyv