Civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî bidawî hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330756-civîna_komîsyona_hevbeş_a_rêkeftina_navokî_bidawî_hat
Çaremîn civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî di gera heftem a danûstandinên Viyenê de bi dawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2021 20:45 Asia/Tehran
  • Civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî bidawî hat

Çaremîn civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî di gera heftem a danûstandinên Viyenê de bi dawî hat.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, civîna komîsyona hevpar a Rêkeftina Navokî ku bi amadebûna nûnerên Îranê, koma 4+1 û Yekîtiya Ewropayê li Otela Kobûrgê hat lidarxistin, bi dawî hat û biryar hat dayîn ku ev gotûbêj piştî çend rojan bên şopandin. 

Ev gera gotûbêjan roja pêncşema borî dest pê kir û şandan yekser dest bi xebata li ser nivîsan kirin û hewla kêmkirina nakokiyan dan.

Di gera heftem a gotûbêjan de, desteya danûstandinkar a Îranê bi destpêşxeriyeke cidî, metnên xwe yên pêşniyarkirî di du mijaran de pêşkêşî aliyê din kir: "Rakirina dorpêçên zordarane" û "pirsgirêkên navokî".

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî berpirs çendîn caran ragehandiye ku ji ber ku Amerîka alîyê binpêkirinaRêkeftina Navokî ye, eva Waşîngton e ku bi rakirina sizayan divê vegere ser rêkeftinê û divê ku pêsparteyên xwe yên li gor vê rekeftinê cih bîne û rastiya vê yekê îsbat bike.