Kanûn 15, 2021 17:05 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirina Îranê di gel Ajansê, dewama hevkariyên dualî zêdetir ji berê

Wezîrê karên derve yê Îranê qala lihevkirina Îranê di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kir.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di roja dawiyê ya Komcivîna Serokên Nûnertiyên Îranê li welatên cînar, tevî amajeya bi gotûbêjên navbera Îranê û nûnerên 4+1ê li Viyenê, got: Şeva borî di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hatiye lihevkirin ku dikare hin nîgeraniyên îdiakirî derbarê bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê ji nav bibe û bibe sebeba dewama zêdetir ji berê ya hevkariyê tev Ajansê.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha hin îdiayên hilêxistî derbarê hebûna xwestekên derveyî Lihevkirina Navokî li nivîsa pêşniyarkirî ji aliyê tîma gotûbêjker a Îranê got: Ev nivîs tam li gorî Lihevkirina Navokî ne û tu tiştekî derveyî Lihevkirina Navokî tê da tuneye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Nivîsa pêşniyarkirî ya Îranê encama bi dehan saet gotûbêjê ye û nêrîna Îranê rakirina tam a boykotên Lihevkirina Navokî li hemberî jinavbirina nîgeraniyên îdiakirî ji aliyên din derbarê bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê ye.

 

Serepeyv