Kanûn 13, 2021 21:41 Asia/Tehran
  • Piştî sal û nîvê jimara miriyên ji ber Koronayê li Îran dakete bin 50 kesî

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 43 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 764 kesan.

Li gorî amara Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê, piştî 566 rojan li Îranê; jimara kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan derket bin 50 kesî.

Vê Wezaretê herwiha îro Ducşemê 13ê Kanûnê diyar kir ku 2 hezar û 706 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 157 hezar û 519 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku derdora 6 milyon nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 58 milyon û 778 hezar û 763 kesan doza yekem, 49 milyon û 560  hezar û 783 kesan doza duyem û 2 milyon û 745 hezar û 192  kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 111 milyon û 84 hezar û 738 dozî. 

Serepeyv