Amara Korona li Îranê; di 24 saetên dawiyê de 78 kes mirin
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 78 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 524 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 9ê Kanûnê, 3 hezar û 228 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 529 kes ji wan di nexweşanan de hatin razandin û ketine ber tedawiya kûr.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 147 hezar û 872 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 950 hezar û 425 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ragihand ku heta niha 39 milyon û 739 hezar û 512 testên teşhîskirina Kovîd-19ê li Îranê hatine kirin.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 58 milyon û 489 hezar û 565 kesan doza yekem, 48 milyon û 926 hezar û 450 kesan doza duyem û milyonek û yek milyon û 971 hezar û 229 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 109 milyon û 387 hezar û 244 dozî.