Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 76 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 200 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 5ê Kanûnê, 3 hezar û 109 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 134 hezar û 465 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 923 hezar û 316 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ragihand ku di 24 saetên borî de 388 hezar û 614 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 58 milyon û 94 hezar û 169 kesan doza yekem, 48 milyon û 149 hezar û 791 kesan doza duyem û milyonek û 287 hezar û 811 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 107 milyon û 531 hezar û 771 dozî.