Balafira bêmirov li derdora Kûhrengê kete erdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330471-balafira_bêmirov_li_derdora_kûhrengê_kete_erdê
Li gor hin çavkaniyên nûçeyan li gundê Mîhê yê ser bi bajarê Kûhrengê balafireke bêmirov(drone) ketiye xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2021 15:06 Asia/Tehran
  • Balafira bêmirov li derdora Kûhrengê kete erdê

Li gor hin çavkaniyên nûçeyan li gundê Mîhê yê ser bi bajarê Kûhrengê balafireke bêmirov(drone) ketiye xwarê.

Li gorî nûçeya ajansa Îranê Press`ê, li gundê Mîhê yê ser bi bajarê Kûhrengê yê parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî ya Îranê balafireke bêmirov kete erdê.

Welatiyên herêmê ketina balafireke bêpîlot li bajarê Kûhrengê temaşe kirin û dîmenê ketina wê weşandine. Wan herwiha fîlmê vê yekê ku helîkopterek li gundê Mîhê yê ser bi bajarê Kûhrengê dadikeve û wê balafirê radike jî girtine û ew belav kirin.

Drona ketî, berî her tiştî bi helîkopterê ji bilindahiyê tînin xwarê û piştre jî bi kamyonê ji cihê bûyerê hatiye veguhestin.

Drona hanê di wêneyan de mîna balafira bêpîlot a Simorgh a Îranê û RQ-170 ya Amerîkî xuya dike.