Kanûn 02, 2021 21:21 Asia/Tehran
  • Şêwirîna telefonî ya wezîrên derve yên Îran û Japonê

Wezîrên derve yên Îran û Japonê derbarê pêwendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navneteweyî bi hev ra axivîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê roja pêncşemiyê di vê gotûbêja telefonî da tevî pîrozkirina tayînkirina Hayaşî Yûşîmasa wezîrê derve yê Japonê û ragihandina silava serokê Komara Îslamî ya Îranê bo rayedarên payebilind ên Japonê, her wiha tvî sipasiya ji alîkariyên mirovdostane yên vî welatî di warê têkoşîna dijî Koronayê, amaje bi hebûna çar miliyon koçberên efxanistanî li Îranê kir.

Wî her wiha got: Xweşbextane heta niha du miliyon û nîv koçberên efxanistanî hatine vaksînekirin û Îran amade ye alîkariyên mirovdostane yên Japonê ji bo gelê Efxanistanê bişîne.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha tevî raçavkirina berûlayên cûr bi cûr ên pêwendiyên dualî û ragihandina amadetiya Îranê ji bo berfirehkirina pêwendiyan di warên aborî, ticarî, mirovdostane, jîngeh û tendurustiyê da, destnîşan kir: Em dikarin di hemî waran da hevkariyên xwe berfireh bikin.

Wezîrê derve yê Îranê her wiha derbarê gotûbêjên navokî li Viyenê tevî tekeziya li ser vê yekê ku em ji gotûbêja cidî û lihevkirineke baş pêşwazî dikin û divê aliyên din niyeta xwe ya baş nîşan bidin, destnîşan kir: Rayedarên Amerîkayê ji aliyekî va daxwaza gotûbêjê û vegeriyana bo Lihevkirina Navokî dikin, lkê ji aliyê din kes û enistîtûyên Îranê hevdem dixin bin boykotên nû.

 

 

Serepeyv