Kanûn 01, 2021 17:27 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û şêwirîna Blinken bi wezîrên karên derve yên sê welatên ewropî re li bara Îranê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Rîka paytexta Letonyayê bi wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya û Fransayê re hevdîtin pêk anî û li ser Îranê û mijarên din gotûbêj kir.

Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price got: "Anthony Blinken bi Elizabeth Terrace, Jean-Yves Le Drian û Heiko Maas, wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê li paytexta Letonya, Rîkayê civiyan û bi hev re gotûbêj kirin û fukar û dilgiraniyên xwe derbarê bernama navokî ya Îranê û hewldanên ji bo vegerîna Îran û Amerîkayê ser Rêkeftina Navokî hilkolandin.

Di vê daxuyaniyê de hûrgiliyên zêdetir li ser naveroka danûstandinên derbarê Îranê de nehatine dayîn.

Ev civîn di demekê de lidarketiye ku danûstandinên li ser rakirina sizayan li dijî Îranê li Viyanayê ji roja Duşemê (29ê Mijdarê) li paytexta Otrîşê dest pê kirin.

Serepeyv