Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 119 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 830 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro 4 hezar û 253 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 801 kes di nexweşanan de hatin razandin û ew ketin bi tedawiya kûr û taybet.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 117 hezar û 445 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 883 hezar û 470 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 262 milyon û 545 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 227 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.