Îro - Salvegera mêrxasiya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330316-Îro_salvegera_mêrxasiya_hêza_deryayî_ya_artêşa_komara_Îslamî_ya_Îranê
Îro, Yekşemî, 28ê Mijdarê salroja mêrxasiya kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê û Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2021 05:42 Asia/Tehran
  • Îro - Salvegera mêrxasiya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê

Îro, Yekşemî, 28ê Mijdarê salroja mêrxasiya kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê û Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Di rojeke wiha da, kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê di operasiyona Murvarîdê bi afirandina hemaseyeke jibîrnebûyî bi êrîşa li ser binkeyên şandina petrolê yên El-Bekr û El-Umiyê yên Iraqê, zêde ji sê duyê van binkeyan ji nav birin û alaya Îranê li ser dekela herî bilind a van binkeyan hejand.

Piştî vê operasiyonê, dijminê beisî roja 28ê Mijdara 1980î bi sûdwergirtin ji piştevaniya lojestîkî û istixbaratî ya welatên navçeyê û balefirên sîxoriyê û setlaytên welatên istikbarî, careke din hewil da ku binkeyên xwe bistîne, lê di rûbirûbûneke ne-beranber da keştiya şêrr a mûşekavêj a Peykanê bi tenhayî karî hejmareke din a keştî û balefirên iraqî ji qada operasiyonê derxîne.

Di vî halî da, Hezretê îmam Xumeynî (re) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya mêrxasiya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji bo berevaniya ji girav, bendergeh, perav û deryayên welêt û bi taybet berevaniya ji Abadan û Xoremşehrê û avên Kendava Farsê di sserdema şerê sepandî û têkbirina bilez a hêza deryayî ya dijminê beisî, roja 28ê Mijdarê wek Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.