Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 132 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 129 hezar û 185 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 23ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 5 hezar û 144 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 88 hezar û 9 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 807 hezar û 89 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 56 milyon û 944 hezar û 774 kesan doza yekem, 45 milyon û 382 hezar û 605 kesan doza duyem û 833 hezar û 605 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 103 milyon û 160 hezar û 452 dozî.