Rola Îranê di vegeriyana aramiyê bo navçeya Qefqazê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330155-rola_Îranê_di_vegeriyana_aramiyê_bo_navçeya_qefqazê_da
Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Beşdariya Îranê di gotûbêjên şeşalî yên Qefqazê dê bibe sebeba vegeriyana aramî û ewlehiyê bo navçeyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2021 06:01 Asia/Tehran
  • Rola Îranê di vegeriyana aramiyê bo navçeya Qefqazê da

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Beşdariya Îranê di gotûbêjên şeşalî yên Qefqazê dê bibe sebeba vegeriyana aramî û ewlehiyê bo navçeyê.

Li gorî rapora ajansa Xaneyê Milet, Fedahusên Malikî, Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê wek berteka derbarê tekeziya Rûsiye û Tirkiyê li ser beşdariya Îranê di gotûbêjên "3+3 Qefqaz" da got: Îrana Îslamî hêza yekem a navçeyê ye û beşdariya wê di gotûbêjên şeşalî yên Qefqazê da dê gelekî bibandor be.

 

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Bûyerên navbera Bakû û Yêrîvanê têkildarî mijarên dualî nînin, belkî fêl û hîleyên israyîliyan e û hin welat di bin bandora wan da hin kiryaran pêk tînin ku qeyranê kûrtir dike.