Tetbîqata itilaatî ya Sipahê li 6 parêzgehên Îranê dê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330142-tetbîqata_itilaatî_ya_sipahê_li_6_parêzgehên_Îranê_dê_were_lidarxistin
Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala lidarxistina tetbîqata itilaatî ya Sipahê li 6 parêzgehên Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2021 11:51 Asia/Tehran
  • Tetbîqata itilaatî ya Sipahê li 6 parêzgehên Îranê dê were lidarxistin

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala lidarxistina tetbîqata itilaatî ya Sipahê li 6 parêzgehên Îranê kir.

Li gorî rapora YJC'yê, Serdar sertîpê pasdar Elî Fedevî, Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja înê di dema lidarxistina tetbîqata itilaatî ya Sipahê li 6 parêzgehên welêt, got: Hokara serketina di şerên nû da zêdekirina şiyana itilaatî û çandî ye.

Serdar Fedevî tevî amajeya bi lidarxistina tetbîqata itilaatî bi mihweriyeta 6 parêzgehên Îranê, got: Aniha bi derbasbûna bi salan ji şêrr, dijmin piştrast in ku tu sûdekê ji şerê leşkerî wernagirin, belkî ew ê gelekî jî zirarê bibînin.

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin aniha di şerê çandî û aborî û medyayî da ye.