Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Îran û Tirkiye divê amadeyî xurtkirina pwêendiyan ji asta niha bo asta hevkariyên giştalî bin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi Wezîrê derve yê Tirkiyê ra, destnîşan kir: Îran û Tirkiye divê amadeyî xurtkirina pwêendiyan ji asta niha bo asta hevkariyên giştalî bin.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê di hevdîtina bi Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê derve yê Tirkiyê ra tevî amajeya bi vêya ku berfirehkirina pêwendiyên du welatan bi taybet di warê mijarên ticarî û aborî da li ser xêra du gelan e, got: Îran û Tirkiye divê bi riya gihandina Nexşeriya xurtkirina hevkariyan bo asta dawî, amadeyî xurtkiirna pêwendiyan ji asta aniha bo asta hevkariyên giştalî bin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Hevkariyên navçeyî yên du welatan divê veguhere hevkariya di asta navneteweyî da û ev cûreya danûstandinê li gorî cîgeha girîng a du welatan dikare di danûstandinên cîhanî da bibandor be.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi nêrîna Îranê derbarê şiyana welatên navçeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bêyî destwerdana biyaniyan, got: Hebûna biyaniyan tu encamnek ji bilî bê-ewlehîtî û kêşeya nav gel û dewletên navçeyê tuneye; Hema wisa ku bîst salan hebûna Amerîkayê li Efxanistanê tu encamek ji bilî kuştin û xwînrijandin û wêrankirinê tunebû û hat diyarkirin ku pirsgirêkên Efxanistanê bi destê gelê vî welatî û bi alîkariya welatên cînar dikarin bên çareserkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vê yekê ku kiryarên DAIŞê li ser ziyana hemî welatên navçeyê ne, got: DAIŞ li gorî mukurhatina rayedarên amerîkî, çêkirî bi destê wan e û xuya ye ku ev tevger bi fermana amerîkiyan û bi cîgirtî li welatên cûr bi cûr xwînê dirijîne.
Reyîsî got: Têkoşîna dijî terorîsmê û sûcên rêxistinkirî dikare ji mihwerên hevkairya Têhran û Enqerê be û Îran ji bo xurtkirina asta hevkariyê di vî warî da amade ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêwendiyan Îranê tev Komara Azerbaycanê û Tirkiyê wêdatir ji pêwendiya cînartiyê, pêwendiya kevn a bawerî û çandî ye û nabe ku em rê bidin hin tevgerên biyanî kêşeyekê di pêwendiyan çêbikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê jî di vê hevdîtinê da tevî tekeziya li ser vê yekê ku ewelatê wî li dû lezandina xurtkirina asta pêwendiyan tev Îranê ye, got: Tirkiye bibiryar e ku asta hevkairyan tev Têhranê herî zêdetir xurt bike.