Nexşeriya demdirêj a hevkariyên Îran û Tirkiyê dê were amadekirin
Wezîrê karên derve yê Îranê qala lihevhatina di gel hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî ji bo amadekirina nexşeriya hevkariyên demdirêj ên Îran û Tirkiyê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê di civîna nûçeyî ya hevpar tev Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê li Têhranê, got: Me li hev kir ku em gotûbêjên xwe yên dîplomatîk li ser naveroka nexşeriya hevkariyên demdirêj ên du welatan dest pê bikin û em hêvîdar in ku di sefera tê ya serokomarê Tirkiyê bo Îranê ev belgename bi amadebûna serokên du welatan were wajokirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Di vê hevdîtinê da alûgorên Efxanistanê, zêdekirina danûstandinên ticarî, ewlehî û aramiyê li Rojavayê Asyayê û berçavgirtina siyaseta cînaretiya du welatan û rakirina berbendên ihtimalî li ser riya danûstandinên du welatan hatin nirxandin.
Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê sibeha îro (duşemî) bi pêşwaziya fermî ya wezîrê dderve yê Îranê derbasî Têhranê bû.