Piştî erdhejê li Kendava Farsê hişyariya tsunamiyê hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330034-piştî_erdhejê_li_kendava_farsê_hişyariya_tsunamiyê_hat_dayîn
Piştî erdhejên bi pileya 6 û 6.3 rîşteran ên li parêzgeha Hormuzgan a li başûrê Îranê, li Kendava Farsê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2021 16:07 Asia/Tehran
  • Piştî erdhejê li Kendava Farsê hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Piştî erdhejên bi pileya 6 û 6.3 rîşteran ên li parêzgeha Hormuzgan a li başûrê Îranê, li Kendava Farsê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Rêvebirê giştî yê qeyrana parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê “Mêhrdad Hesenzade” ragihand: “Piştî rûdana erdhejên 6 û 6,3 rîşterî li parêzgeha Hormuzganê, hemû tîmên lêkolînê bo devera sereke ya erdhejê hatin şandin. ."

Heyva Sor a Îranê her wiha ragihand: 6 tîmên operasiyonên rizgarî û hawargihandinê bo devera erdhejlêdayî li girava Qêşmê hatine şandin û parêzgehên Hormuzgan, Fars û Kermanê jî di amadebaşiyê de ne.

Li gor jêderên nûçeyan îro Yekşemî du erdhejên bi giraniya 6 û 6.3 rîşterî bidûriya xulekekê ji hevdu parêzgeha Hormuzganê ya başûrê Îranê hejandin.

Erdhej 15 km dûr ji Laft Hormuzgan, 20 km ji Sûza Hormuzgan û 27 km ji Dergahana Hormuzganê qewmî.