Baqirî ji bo dewama şêwirînan derbasî Spanyayê bû
Mijdar 12, 2021 15:01 Asia/Tehran
Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama serdana xwe ya paytextên ewropî, ji bo civîn û şêwirîna tev rayedarên spanyayî, derbasî Madrîdê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqiriyê Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê di dema derbasbûna bo Madrîdê da ji aliyê nûnerên Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê va hat pêşwazîkirin.
Li gorî bernameya ragihandî, ew ê îro (în) di gel raayedarên Wezareta derve ya Spanyayê derbarê mijarên dualî, navçeyî û gotûbêjên pêşerojê li Viyenê ji bo betalkirina boykotên zalimane bişêwire.
Baqiriyê Kenî beriya Spanyayê, serdana Inglîz, Fransa û Almanyayê kir û bi rayedarên van welatan ra civiya.