Serleşker Selamî: Xortên înqilabî yên Îranê boykot kirin derfet
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329974-serleşker_selamî_xortên_înqilabî_yên_Îranê_boykot_kirin_derfet
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Xortên înqilabî yên Îranê boykot kirin derfet û aniha welat di warên cûr bi cûr ên avedanî, enêrjî, navokî, NANO û hêza leşkerî pêşketinine baş bi dest xistine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2021 06:26 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Xortên înqilabî yên Îranê boykot kirin derfet

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Xortên înqilabî yên Îranê boykot kirin derfet û aniha welat di warên cûr bi cûr ên avedanî, enêrjî, navokî, NANO û hêza leşkerî pêşketinine baş bi dest xistine.

Li gorî rapora IRNAyê, serdarê serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî êvara Pêncşemiyê di civîna di gel besîciyên parêzgeha Gîlanê li Reştê got: Komara Îslamî ya Îranê pêşketinên baş derbas kirine û boykotên zalimane yên Amerîkayê di warên cûr bi cûr da kirine derfetên avakirinê.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi bernameya istikbarê bi mebesta komploya dijî gelê Îranê û hilweşandina pergala pîroz a Komara Îslamî got: Amerîkayê di 43 salên borî da di hemî kêliyan hemî cûre şerr dijî gelê Îranê dest pê kirin û ji heman destpêkê va li pey pûçkirina morala berxwedan û têkoşîna dijî istikbarê bûye.