Mijdar 09, 2021 19:01 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran lihevkirineke baş dixwaze

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi wezîrê karên derve yê Fransayê re, tekez kir: Îran dixwaze bigihêje rêkeftineke baş.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û Jean-Yves Le Drian wezîrê karên derve yê Fransayê îro (Sêşemê) li peywendiyeke telefonî li ser mijarên curbicur ji wan peywendiyên dualî û danûstandinên li Viyenê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berpirsatiya  Amerîkayê ya çêkirina rewşa niha derheq Rêkeftina Navokî û rola bêdengiya sê welatên ewropî di zêdegaviyên Amerîkayê de bi bîr xist û got: Îran dixwaze bigihêje rêkeftineke baş, lê vê hedefê pêwîstiyên xwe hene, ji wan vegerîna aliyê din ser erkên xwe yên tam û rakirina bi bandor a ambargo û sizayan.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran li peywendiyên dualî û gotûbêjên navokî xwedî helwêsteke pragmatîk û encamgir e, hêviya xwe diyar kir ku şêwirên Têhran-Parîs bibe sedema pêşdeçûna pratîkî ya hevkariyên du welatan.

Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi dorpêçên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê jî kir, ev kiryara piştrastkirina berdewamiya bêbaweriya Komara Îslamî ya Îranê ji Amerîkayê da zanîn û li ser pêwîstiya dabînkirina garantiyan û îsbatkirina rastiyê ya bi bandor pêgirî kir.

Emîr Ebdullahiyan bernameya berevaniyê ya Îranê mafê serweriya her welatekî bi nav kir û got: Bêyî reftarên neavaker ên dorpêçên Amerîkayê, emê bi hêztir hêza berevaniyê ya Îranê zêde bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser dewama hevkariyên teknîkî yên Îranê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re sekinî û bal kişand ser vê yekê ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê divê xwe ji siyasetkariyê dûr bixe.

Wezîrê Derve yê Fransayê jî di wê pêwendiya telefonî de got: Parîs piştevaniya vegera hemû aliyan bo Rêkeftina Navokî  dike û ji bo vê yekê her tiştî dike û em hêvîdarin ku gotûbêjên pêşber ên Viyenê bi lez pêşkevin û bigihêjin encamê.

Di vê bangewaziyê de silavên Emmanuel Macron serokomarê Fransayê ji bo serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî hat pêşkêşkirin û wezîrê derve yê Îranê jî ji aliyê serokomarê Îranê, Macron silav kir.

Serepeyv