Peywendiya telefonî ya wezîrên derve yên Îran û Tirkiyê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Îranê, rewşa tendirustiya wî û proseya dermankirina wî pirsî û hêviya başbûnê ji wî re xwest.
Li gorî danezqana Navenda Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Îranê, Piştî ketina wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi nexweşiya Koronayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawaşoglu îro duşemê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Îranê rewşa tendirustiya wî pirs û û hêviya tendirustî û başbûnê ji wî re kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê spasiya wezîrê karên derve yê Tirkiyê kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de li Têhranê mêvandariya wezîrê karên derve yê Tirkiyê bike.
Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê eva çend roj in ku bi nexweşiya Koronayê ketiye.