Mijdar 04, 2021 21:26 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêwendiyên Têhran û Bakûyê di riya erênî ya cînartiyê da ne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Pêwendiyên Îran û Komara Azerbaycanê di riya erênî ya cînaretiyê da berdewam in.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku Komara Îslamî welatên cînar wek xizmên xwe dizane, got: Renge di hjin mijaran da ciyawaziya nêrînê hebe, lê girîng ev e ku du aliyan vîna cidî ji bo derbaskirina berbendan hebin.

 

Emîr-Ebdullahiyan got: Ez ê têkilî û şêwirînên erênî tev Ceyhûn Bayramov wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê ji bo berfirehkirina giştalî ya pêwendiyan û derbaskirina şaşfehmiyan bidomînim.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Lihevkirin pêk hatiye ku ji bo rêveberiya baştir a atmosfera gelemperî û medyayî, komîteyeke hevpar navbera Îran û Komara Azerbaycanê were damezirandin.

Îlham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê vê dawiyê di civîna înternetî ya serokên welatên serbixwe yên berjewendî-hevpar bi awayekî nerastbînane îdia kir: Ermenistanê bi hevkariya Îranê navçeyên dagirbûyî yên berê yên Komara Azerbaycanê ji bo qaçaxa madeyên hişber bo Ewropayê bi qasî 30 salan bi kar anîne.

 

Serepeyv