Mijdar 01, 2021 23:02 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 153 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 126 hezar û 456 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Duşemê 1ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 857 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 934 hezar û 495 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 521 hezar û 931 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî  yên welatan, heta niha zêdetirî 246 milyon kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 4 milyon û 998 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê mirine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî milyonek û 49 hezar û 929 dozên vaksîna koronayê li wî welatî hatine lêdan.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 52 mîlyon û 860 hezar û 49 kesan yekem doza vaksîna koronayê û 35 mîlyon û 283 hezar û 617 kesan jî doza duyemîn a vê vaksînê û 92 hezar û 886 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksîna hatî lêdan li welêt gihîştiye 88 mîlyon 236 hezar û 552 dozê.

Serepeyv