Emîr-Ebdullahiyan: Em çarenûsa gel bi tu welatekî va girênadin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Em çarenûsa gel û welêt ne li Lihevkirina Navokî û ne jî li tu welatekî bi awayê tekûz girênadin. Berjewendiyên hevpar bingeha danûstandinan e.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi Rojnameya Îranê ra bi gotina vêya ku me ji bo danîna pîver û rêbazên siyaseta derveyî ya dewleta sêzdehem çend têgeh bi navê siyaseta derveyî ya hevseng û dîplomasiya çalak, livdar û hişmend diyar kirine, got: Mebesta me ji siyaseta derveyî ya hevseng ev e ku dayîna yekemayetiyê bo hin welatan ji wan welatên cînar dê bi wateya xafilbûna ji têkiliya tev welatên din ên cîhanê nebe.
Wî got: Em ê dîplomasiya hevseng têkildarî hemî beşên cîhanê bigirin ber xwe; Yanî hevdem tevî ku ewiliyeta dewleta sêzdehem welatên cînar û Asya ye, ew di warê Ewropayê da jî dîplomasiya çalak, livdar û hişmend dişopînin û ji bilî van giştan, em Amerîkaya latîn û Afrîqayê jî ji bîr nakin.
Emîr-Ebdullahiyan got: Ji aliyê din va em ê dev ji xebata di gel saziyên navneteweyî bernedin û em xebata saziyên navneteweyî û nivîşkaniya ku bi taybet di têgehên teorîk ên têkiliyên navneteweyî hene, berçav digirin.