Emîr-Ebdullahiyan li ser siyaseta Îranê ya yekparçetiya axa welatên cînar tekez kir
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî tev Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, li ser siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya li ser bingeha serbixwetî, hakimiyet û yekparçetiya axa welatên cînar û rênedana bo komploya xêrnexwazan ji bo pêkanîna pirsgirêkê di têkiliyên cînartiyê da tekez kir.

Li gorî rapora Pêncşemiyê bi şev a IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşeşmiyê di peywendiya telefonî tev Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê derbarê dawîn alûgorên peywendiyên dualî û mijarên têkildar ên navçeyî û navneteweyî ji wan alûgorên Efxanistanê, lidarxistina serokên civîna Astaneyê, lidarxistina heftemîn civîna stratejîk a du welatan û sefera rayedarên bilind ên du welatan pê ra şêwirî.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji berfirehbûna êrîşên terorîstî li ser nimêjkaran li Efxanistanê û çaverêtiya ji welatên îslamî ji bo hebûna rola bibandor di vî warî da, bal kişande ser lidarxistina civîna hefteya tê ya wezîrê derve yê welatên cînarê Efxanistanê li Têhranê û ew wek derfetek ji bo şêwirîna cînarên Efxanistanê ji bo hêsankirina rewşê ji bo Efxanistaneke aram û vala ji terorîsm û tundiyê û li tûşa pêkanîna vîna gelê Efxanistanê da zanîn.