Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 178 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 124 hezar û 763 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemiyê 21ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 788 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 654 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di mala xwe de di karantîneyê de man.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 833 hezar û 525 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 375 hezar û 475 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî milyonek û 123 hezar û 569 dozên vaksîna korona li wî welatî hatine lêdan.
Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 50 mîlyon û 36 hezar û 416 kes yekem doza vaksîna koronayê û 27 mîlyon û 604 hezar û 934 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya vaksîna hatî lêdanê li welêt gihîştiye 77 mîlyon 641 hezar û 350 dozê.