Serleşker Baqirî: Peywendiyên Îran û Rûsiyê di riya xuertbûnê da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329502-serleşker_baqirî_peywendiyên_Îran_û_rûsiyê_di_riya_xuertbûnê_da_ye
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Di sefera bo Rûsiyê da gelek mijar di rojeva gotûbêjan da bûn û gotûbêj bi başî pêş da çûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Peywendiyên Îran û Rûsiyê di riya xuertbûnê da ye

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Di sefera bo Rûsiyê da gelek mijar di rojeva gotûbêjan da bûn û gotûbêj bi başî pêş da çûn.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Di sefera bo Rûsiyê da gelek mijar di rojeva gotûbêjan da bûn û gotûbêj bi başî pêş da çûn.

Serdar serleşkerê pasdar, Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi Russia24ê ra got: Di warê mijarên dualî me li ser hin mijaran ji wan cihanîna girêbesta kirrîna balefirên şêrr, helîkopterên cengê û cêtên fêrkariyê, danûstandina tecrubeyan û hînkirina hêzan gotûbêjine pirr sûdmend pêk anîn.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser gotûbêjên avaker ên roja borî tev Valêrî Grasîmov Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Rûsiyê û got:Di van gotûbêjan da bi awayekî taybet dewama hevkariya du welatan li Sûriyê û kokbirkirina terorîsmê bi mebesta vegeriyana ewlehiya tam bo Sûriyê, mijara Efxanistan û alûgorên Qefqaza Başûr hatin behskirin û Îran û Rûsiyê nêrînên nêzikî hevdu di van mijaran da hene.