Cotmeh 18, 2021 16:19 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Siyaseta Îranê berfirehkirina pêwendiyan tev welatên Amerîkaya Latîn nemaze Venezuelayê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Îranê tev welatê Venezuelayê dostane û ber bi pêşketinê da zanîn û got: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina watedar a peywendiyan tev welatên di halê pêşketinê da ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Îranê tev welatê Venezuelayê dostane û ber bi pêşketinê da zanîn û got: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina watedar a peywendiyan tev welatên di halê pêşketinê da ye.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina bi Flîks Plasensiya Gûnsalês Wezîrê karên derve yê Venezuelayê ra li Têhranê got: Amerîkaya Latîn bi taybet Venezuela ji yekemayetên dîplomasiya aborî ya Îranê ye û em bibiryar in ku peywendiyên xwe tev van welatan berfireh bikin.

Reyîsî tevî tekeziya li ser pêwîstiya berfirehkirina peywendiyên Têhran û Karakasê di warên cûr bi cûr da got: Ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî divê bernameyeke ron û demdirêj were amadekirin da ku asoya peywendiyan ber bi xurtbûna herî pirr va biçe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pesinandina hevrêtiya Venezuelayê digel Îranê di civakên navneteweyî da got: Bi bernameyên hevkariya demdirêj navbera du welatan, asoyeke ronî jibo berfirehkirina peywendiyan heye.

 

Wezîrê derve yê Venezuelayê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi vêya ku du welat li hemberî pergala serdestîxwaz û kesên ku dixwazin derbeyê li serxwebûna me xînin, hevgirtî ne, got: Venezuela li kêleka Îranê sozdarê berevaniya ji nêrîna çenalîtîşopiyê û sekinîan dijî destwerdana Amerîkayê ye.

 

Serepeyv