Emîr-Ebdullahiyan: Di rojên dijwar da em amadeyî piştgirî û alîkariya Libnanê ne
Cotmeh 09, 2021 09:51 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di twîterê da nivîsî: Di rojên dijwwar da em amadeyî piştgirî û yarmetiya Libnanê ne.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê li twitterê nivîsî: Min gotûbêjine baş tev rayedarên payebilind, serokên partiyan û bijardeyên Libnanê hebûn.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Çend saetên sûdmend jî bi gotûbêja digel Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê derbas bûn.
Emîr-Ebdullahiyan nivîsî: Min damezirandina dewleta nû li hemî libnaniyan pîroz kir û rewş jibo berfirehkirina hevkariyan hatiye dabînkirin.