Cotmeh 08, 2021 13:21 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Dewlet ji xwecihîkirina teknolojiya pîşeya keştîçêkirinê piştgirî dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dewlet ji xwecihîkirina teknolojiya pîşeya keştîçêkirinê piştgirî dike.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înê di şeşemîn sefera xwe ya parêzgehî, li parêzgeha Bûşêhrê ya başûrê Îranê got: Çalakiyên ku jibo dîzayn û çêlkirina keştiyan di klasên cûrbicûr da pêk tê, nîşanek ji bêminetiya bo derve ye, tevî ku aliyê xwe yê berevanî jî heye.

 

Reyîsî her wiha got: Ev kiryar di çalakirina abora deryayê û pêşîlêgirtin ji derketina pereyê biyanî ji elêt jî xwedan roleke girîng e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdanê da ku bi hevdem digel salvegera Hemaseya deryadilên Hêza deryayî ya Sipahê ya sekinîna dijî destdirêjkerên amerîkî ye, rêz li şehîdên ku bi mêrxasî li hemberî destdirêjiya biyaniyan rawestiyan, girt.

Reyîsî tevî amadebûna li Enisstîtûya deryayî ya şehîd Mehelatî ya Sipahê, ji nêzik va serdana qonaxên çêkirin û temamkirina Keştiya şêrr a Şehîd Suleymanî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevrê digel endamên taxima dewletê roja Îniyê gihîşte parêzgeha Bûşêhrê û li balefirgeha navneteweyî ya bajarê Bûşêhrê ji aliyê berpirsan va hat pêşwazîkirin.

 

Serepeyv