Cotmeh 07, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 233 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 122 hezar û 12 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Pêncşemiyê 7ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 625 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ku hezar û 742 kesên wan di nexweşxanan de hatin razandinê.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 674 hezar û 83 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 169 hezar û 999 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

5c hezar û 549 nexweşên bi Covid 19 li beşên lênihêrîna taybet ên nexweşxanan têne derman kirin.

Heya nuha, 32 mîlyon 936 hezar û 656 ceribandinên ji bo tespîtkirina vîrûsa Covid 19 li welat hatine kirin.

Serepeyv