Cotmeh 06, 2021 21:42 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em hêvîdar in di pêşerojeke nêzik da gişt vegerin ser sozên xwe

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Em hêvîdar in ku di pêşerojeke nêzik da hemî alî vegerin ser sozên xwe.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di dawiya sefera xwe ya Moskoyê da got: Di pêvajoya gotûbêja bi Sêrgêyî Lavrov ra, hin pirs derbarê vegeriyana Îranê bo gotûbêjan û şêwaza hevkariya Îranê tev Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hatin hilêxistin.

Emîr-Ebdullahiyan got: Îranê dikare gotûbêj bike, Îran yê gotûbêj û kiryara rasteqîn e û em ehêvîdar in ku di pêşerojeke nêzik da û li dor maseya gotûbêjan, aliyên din jî vegerin ser hemî sozên xwe û eger hemî alî sozdar bin û ceribandina rastiyê di vî warî da pêk were, Îran jî dê sozdariya xwe hema wisa ku pêştir nîşan daye, dê nîşan bide.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên xwe tev Lavrov derbarê alûgorên navçeyê  ji wan Qefqaza Başûr, got: Tevgerên biyanî, siyonîst û terorîstan li Qefqaza Başûr hin dijwariyan pêk tîne û gotinên hin rayedarên fermî û medyayan li navçeyê gotineke avaker nîne û tenê alîkarî jibo pêşdabirina armancên dijminan li navçeyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran bi bêhna fireh û reftara hekîmane ya li ser esasa nêrîna cînaretiyê tekez dike ku divê hemî welat di riya gotûbêjê da bimeşin û bi vê riyê pirsgirêk û şaşfehmiyên ihtimalî çareser bikin û gişt divê ji vê navçeya ewleh û aram sûd bigirin.

Wî got: Nabe ku din bin destwerdanên derveyî da kêşeyek li jeopolîtîk û erdnigariya Qefqazê pêk were.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Me têra xwe digel Rûsiyê lihevkirinên li ser kaxizê hene û divê em bala xwe bidin ser cihanîna van lihevkirinan.

 

Serepeyv