Îran û Ermenistanê li ser vekirîmayîna Korîdora Qefqazê li hev kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329256-Îran_û_ermenistanê_li_ser_vekirîmayîna_korîdora_qefqazê_li_hev_kir
Alîkarê Wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran ê Îranê qala lihevkirina Îran û Ermenistanê jibo vekirîmayîna korîdora Qefqazê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2021 05:41 Asia/Tehran
  • Îran û Ermenistanê li ser vekirîmayîna Korîdora Qefqazê li hev kir

Alîkarê Wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran ê Îranê qala lihevkirina Îran û Ermenistanê jibo vekirîmayîna korîdora Qefqazê kir.

Alîkarê Wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran ê Îranê qala lihevkirina Îran û Ermenistanê jibo vekirîmayîna korîdora Qefqazê kir.

Xeyrullah Xadimî, Alîkarê Wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran ê Îranê qala lidarxistina civînên bibandor tev rayedarên Ermenistanê û çareserkirina pirsgirêka tranzîtê li navçeya Gorîsê kir û got: Li gorî demajoya ku du welaatan amade kir, biryar hat dayîn ku amadekirina cadeya dewsgir ku rayedarên Ermenistanê pêşniyar didin, bi dawî bibe.

Xadimî her wiha got: Hevdîtinên bibandor digel rayedrên Ermenistanê jibo çareserkirina pirsgirêka navçeya Gorîsê ku bûye sebeba nakkiya di hatçûna kamiyon û rêwiyan ji Îranê ber bi vî welatî, hatin lidarxistin û biryarine gelekî guncan jibo çareserkirina vê pirsgirêkê hatin dayîn.