Cotmeh 04, 2021 16:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Projeyên vejiyandina riya tranzîtî ya Îran û Ermenistanê dê bilez cih bên

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî tekeziya li ser vê yekê ku Îranê dê zêdexwaziyên nû tehemil neke, got: Me jibo vejiyandina riya tranzîtî û hatûçûna kamiyonan di navbera Îran û Ermenistanê da hin proje diyar kirin ku bilez dê cih bên.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di  press konferansa hevpar digel hevpîşeyê xwe yê ermenistanî, peywendiyên du welatên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Ermenistanê peywendiyeke avaker û ber bi pêşketinê da zanîn û got: Rayedarên du welatan di mijarên cûrbicûrda li asta  stratejîk têgihîştinên baş bi dest xistin û îro em li Têhranê nexşeriya nû ya peywendiyên du welatan amade dikin. Me îro li hev kir ku di warên aborî, siyasî, çandî û geştyariyê da hevkariyên baş pêk bînin.

Wî tevî amajeya bi qeyrana li Qefqaza Başûr û cînarên bakurî yên Îranê, got: Cînarên me  ji ber rewşa qeyranî renc dibin û bi taybet hebûna siyonîst û terorîstan li  hin beşên navçeyê nîgeraniya me cidî dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em di vê press konferansa hevpar da bi dengê bilind radigihînin ku em ê rê nedin ku mudxilegerên biyanî bibin sebeb ku peywendiyên Îranê digel cînarên wê ji wan cînarê baş anku Komara Ermenistanê ji dest biçin.

Ararat M îrzûyan wezîrê derve yê Ermenistanê jî di v ê civînê da  tevî sipasiya ji nêrîna Komara Îslamî ya Îranê derbarê yekparçetiya axa Ermenistanê, got: Ez careke din li seram adetiya Kom ara Ermenistanê jibo dewama  pêvajoya gotûbêjan derbarê k êşeya Qerebaxê di çarçova Koma M îns  kê û li ser esasa  xalên diyarkirî ku ji berê va hebûne tekez dikim .

 

Serepeyv