Cotmeh 04, 2021 13:49 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Ermenistanê li Têhranê civiyan

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê bi hevpîşeyê xwe yê ermenî ra civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Ararat Mîrzûyan wezîrê derve yê Ermenistanê ku îro di çarçova sefereke karî û jibo hevdîtina digel rayedarên Îranê hatiye Têhranê, bi Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê ra civiya.

Li gorî vê raporê, pêkanîna gotûbêjên dualî û şêwirîna derbarê mijarên herî girîng ên navçeyî mijara sefera Mîrzûyan bo Têhranê ye.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê sibeha îro di civîneke çapemeniyê da derbarê sefera wezîrê derve yê Ermenistanê bo Têhranê, got: Sefera wezîrê derve yê Ermenistanê ji pêş va hatiye organîzzekirin û di çarçova meseleyên dualî, berfirehkirina peywendiyên dualî di warên siyasî, aborî û çandî û aliyên din ên peywendiyan pêk hat. Têhranê hem bi Bakûyê raû hem bi Yêrîvanê ra têkiliyeke baş heye û peywendiya me bi tu welatekî ra dijî welatekî din nîne.

 

Serepeyv