Îlon 30, 2021 19:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan mixabiniya xwe ji gotinên dijî Îranê yên Serokê Komara Azerbaycanê diyar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê gotinên dijî Îranê yên serokê Komara Azerbaycanê ecêb û wek cihê mixabiniyê da zanîn.

Li gorî rapora ISNAyê, Di dema radestkirina rûnivîsa Nameya Balyoztiyê ya Balyozê nû yê Komara Azerbaycanê li Têhranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî hêvîkirina serkeftinê jibo wî di heyama memûriyeta li Têhranê û tekeziya li ser peywendiyên dualî di çarçova peywendiyên cînartiyê ji ber tevgerên negucan ên sînorvanên Komara Azerbaycanê digel ajovanên kamiyonên Îranê û girtina du kesan ji wan, nerazîtiya xwe diyar kir.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha gotinên nerênî û dijî Îranê yên Ilham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê ecêb û cihê mixabiniyê da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê da tetbîqata leşkerî ya welatan li nav erdên xwe di çarçova heqê hakimiyeta neteweyî da zanîn û tevî amajeya bi tevgerên rejîma Siyonîst li kêleka sînorên Îranê, got: Komara Îslamî ya Îranê hebûn û çalakiya Rejîma Siyonîst dijî ewlehiya xwe ya neteweyî nahemilîne û di vî warî da her karekî ku pêwîst bibe, dê bike.

 

 

Serepeyv