Wezareta Îtileatê ya Îranê: Serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329117-wezareta_Îtileatê_ya_Îranê_serkirdeyekî_komek_terorîst_hat_kuştin
Wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Îranê ragihand ku serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin û endamên sereke yên vê komê jî hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Wezareta Îtileatê ya Îranê: Serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin

Wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Îranê ragihand ku serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin û endamên sereke yên vê komê jî hatin girtin.

Li gorî ragihandina bingeha agahdarkirinê ya Wezareta Îtileatê, bi saya gavên îstixbaratî yên hêzên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê, komeke terorîst ku bi piştgirî û birêveberiya servîsên sîxorî yên welatên neyar dil hebû di nav welêt de kiryarên sebotaj û xirabkariyê bike hat îmhakirin û serokê wê hate kuştin .

Herwiha endamên sereke ên vê koma terorîst jî hatin girtin.Hûrgiliyên vê operasiyona hêzên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê di belgefîlmek bi navê "Hezar Kêr" îşev  di beşên nûçeyan ên Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê de tên weşandin.