Îlon 24, 2021 14:26 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Guterres li ser herêmê û hevkariya bi Neteweyên Yekbûyî re axivtin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewama hevdîtin û gotûbêjên xwe bi rayedarên navneteweyî yên derece bilind bi sekereterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî(NY) re civiya û pê re derbarê hevkariya bi NY re û rewşa navçê gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê; Di destpêka vê civînê de, Wezîrê Derve yê Îranê spasiya Sekreterê Giştî yê NY ji bo dîtin û hewlên wî yên avaker ji bo aştiya cîhanî kir û diyar kir ku pêwendiyên Îran û Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî Sekreterên Giştî her dem nêzîk û bi rêzdarî ne.

Emîr-Ebdullahiyan bi bîrxist ku Komara Îslamî ya Îranê destekê dide destpêşxeriyên Neteweyên Yekbûyî û pêşwaziya helwestên bêalî û dadperwer ên Neteweyên Yekbûyî dike.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku rola cidî û çêker a Neteweyên Yekbûyî li herêmê îro ji her demî zêdetir hewce ye û got: "Ji Filistînê bigire heya Sûriye, Yemen û Efganîstanê li her deverê hewcedarî hebûna dadmendane û berpirsiyarane ya Neteweyên Yekbûyî ye."

Emîr-Ebdullahiyan herwiha berdewam kir: "Amerîka di çarçêva armancên xwe yên siyasî de li dijî neteweyên cîhanê cezayan û terorîzmê bikar tîne ku mînaka herî berbiçav a wê terorkirina tirsonekî ya Serdar Sulêmanî bû."

Di berdewamiya hevdîtinê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hevkariya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Neteweyên Yekbûyî de jî rave kir û diyar kir ku ew ji çend dehsaliyên berê Îranê nas dike û di berpirsiyariyên cûrbecûr de serdana Îranê kiriye.

Guterres amaje bi helwêsta bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî di redkirina vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî de kir û got ku wî her dem piştgirî daye peymana nukleerî.

Serepeyv