Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 317 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 118 hezar û 508 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 23 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 16 hezar û 362 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 2 hezar û 202 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 493 hezar û 591 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 872 hezar û 865 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 33 mîlyon û 343 hezar û 104 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 14 mîlyon 938 hezar û 853 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê gihêştiye 48 milyon û 281 hezar û 957 dozan.
Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, vîrûsa korona zêdetirî 230 mîlyon kes li çaraliyê cîhanê tûşî xwe kirine û zêdetirî 4 mîlyon û 734 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.